Teşkilaten Huda Pare

Partiya Doza Azad Huda Par, ji bo teşkîlatan xebatên xwe didomîne. Vê paşî teşkîlata Kanîreşa Çabakçûrê û Beyağaç, Çamelî û Serînhîsara navçeyên Denizliyê hatin vekirin.

Partiya Doza Azad Huda Par, ji bo teşkîlatan xebatên xwe didomîne. Vê paşî teşkîlata Kanîreşa Çabakçûrê û Beyağaç, Çamelî û Serînhîsara navçeyên Denizliyê hatin vekirin.

Serekê teşkîlata Bîngolê Hemdûllah Tasali, serekê teşkîlata Diyarbekir Vedat Tûrgût û gelek alîgir û dilxwazên partiyê, bi tekbîr û selewatan tevlî merasîma vekirina teşkîlata Kanîreşê bûn.

Serekê teşkîlata Kanîreşê Yavûz Bîngol di vekirina teşkîlatê de wiha xeber da “Înşallah em ji me’newiyata xwe tawîz nadin û em ê di xizmeta heq û xelkê de bimeşin.” Dûre Hemdûllah Tasali û Vedat Tûrgût jî xeber dan. Hemdûllah Tasali da zanîn ku siyaset ne ciyê tîcaret û deriyê rizqê ye. Siyaset cîyê xizmetê ye. Vedat Tûrgût jî di xeberdana xwe ya bi Kurmancî de îfade kir ku, doza wan doza Şêx Seîd, Salih Begê Hênê, Feqiyê Teyran, Seîdê Nûrsî ye, doza pêxembera ye.

Li aliyê din teşkîlatên Beyağaç, Çamelî û Serînhîsara navçeyên Denîzliyê jî resmî hatin sazkirin. Serekên teşkîlatan hêvî kirin ku, partî û teşkîlatên wan ji bo millet bi xêr be û serkeftî be. bangaheq

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar