Platformên TESSEP, TESÇAĞ, MÎNHAP û ÎNHAPê li İntabê civîna şêwra yekem li dar xist. Ji 23 bajaran temsîlkar beşdar bûn. Civîn qederê 5 saetan dewam kir. Piştî civînê beyanata medyayî, ji teref serekê TESSEPê Salih Demîr ve hat xwendin.
Di beyanatê de hat gotin ku tesettur mîna rojiyê ferzek Xwedaye. Divê di seha qamûsal û xisûsî de li her derê tesettur serbest be û hikûmet soza xwe ya ji bo tesetturê bîne cîh. Di qanûna esasî ya nû de divê Quran referans bê girtin. Ji ber ku dibe sebebê bêexlaqiyê divê perwerdehiya têkel û “qarma” û “andimiz”a nîşana irqçîtî bê rakirin. Serbestiya tesetturê bi qanûna esasî têkeve bin temînatê. Di qanûna esasî de, maddeyên ku ji bo wan wê neyê guhertin tê gotin û maddeya Laîklikê tune be. Îman û baweriyên xelkê û huviyeta wanî etnîkî bi qanûna esasî têkevin bin temînatê. Perwerdehiya bi zimanê dayikê jî divê têkeve bin temînatê. Kurdî jî bibe zimanê resmî ya duyem. Modela perwerdehiya nû baş e lê têr nake. Divê Diyanet fetwa ferziyeta tesetturê bide. (Ferman Çiyayî/Bangaheq)