Li Diyarbekir midûrê mekteba Ewliya Çelebî Zeynelabîdîn Demîr, ji ber sernixumandinê nehiştibû ku mamosta Kadriye Sevîm Yilmaz têkeve dersê. Miellima sernixumandî li ber çavên xwendekarên wê, bi zorbatî û heqaretwarî, bi xirecirê ji dersê derxistibû. Li ser vê tewra wî, ji gelek saziyên sivîl û milletê dîndar tepkî bilind bûbûn.
Tepkiyek jî ji temsîlkara platforma TESSEPê hat. Platforma heq û azadiyan ya Batmanê, do bi beyanateke medyayî tewra midûr şermezar kir, desteka xwe ji mamosta Sevîm Yilmaz re nîşan da. Mîna Hîra-Der, Şefkat Elî Der, Koy-Der, Sevgî-Der jî hinek komelên din tevlî beyanatê bûn.
Berdevkê dewrî yê platformê Dawûd Şahîn wiha beyan kir “Mamosta Kadriye Sevîm Yilmaz, qirar da ku li gor baweriya xwe sernixumandî têkeve dersan. Feqet midûr Zeynelabîdîn Demîr, ji hedd û selahiyeta xwe derket û bi zorbatî got ku nikare bibe jinka cimhûriyetê û nehişt ku miellim bi tesetturê têkeve dersê. Ew midûr, di şexsê miellima xanim da, li hemî perwerdekaran û li hemî însaniyetê heqaretî kiriye. Heta ku îdarevanên wiha li ser me amîr bin, kengî em dikarin behsa heq û hiqûq û edaletê bikin?”
Dawûd Şahîn da zanîn ku heta zulma yesaxa tesetturê dewam bike û heta di perwerdehiya têkel û xerabiya wê de îsrar bê kirin, neheqî û curumên ji van rewşa peyda bibin, sûc û qebhetên hikûmetê ne.
Bangaheq