Tessepê Gazî Kır
“Bıla Êdî Yesaxa Tesetturê Nemîne”
Platforma gaziya bi bal tesetturê ve TESSEPê, bi munasebeta destpêbûna sersala perwerdehiya nû, beyanatek nivîskî weşand. Di beyanatê de hat îfade kirin ku divê asteng û berbestên li ber tesetturê bê qeyd û şert bên rakirin û ji bo rakirina van berbestan jî divê mucadele bê kirin. Hat gotin ku divê tesettur ji mekteba pêşîn heta dawiya zanîngehê di her sehayên xwendin û heyatê de serbest be.
Platformê gazî weliyan kir ku hessassiyeta ji emrên îlahî re çawa tên nîşan dan, divê ji tesetturê re jî bê nîşan dan.
Platform dixwaze ku xwendekar di her hawirê de azade karibin bi hîcabên xwe têkevin dersa û dev ji perwerdehiya têkel bê berdan. Platformê wiha diyar kir “Perwerdehiya têkel ya ku qîz û kur di nav hev de dixwînin, menfî zirarê dide perwerdehiyê, li dijî emrê Îslamê û li dijî urf û adetên me ye. Andimiz a ûcûbe jî ne li gor bawerî û aqîda me ye. Divê zû bi zû bê rakirin.”