Tetbîqata leşkerî ya hevpar a di navbera Tirkiyê û Qatarê de dest pê kir

Tetbîqata leşkerî ya hevpar a di navbera artêşên Tirkiyê û Qatarê de li Dohayê dest pê kir.

Hat ragihandin tetbîqata leşkerî ya hevpar a di navbera artêşên Tirkiyê û Qatarê de li Dohayê dest pê kir. Ji artêşa Tirkiyê tev de 250 leşker beşdarî tetbîqatê dibin û wesayîtên bi zirx jî di tetbîqatê de tên îstîmalkirin. Her wiha hat diyarkirin ji baregaha leşkerî ya Tirkiyê ya li Dohayê re çekên sivik hatine şandin.

Her weke tê zanîn di serê hezîranê de welatên mîna Siûd, Misir, Bahreyn û Yekîtiya Mîrektiyên Ereban biryar dabûn ku bi Qatarê re pêwendiyên xwe qut bikin  û ev welat lîsteyeke ku di nav de 13 madde hebûn pêşkeşî  Qatarê kiribûn ku di nav van maddeyan de girtina baregaha leşkerî ya Tirkiyê ya li Qatarê jî hebû.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dadgehê daxwaza navê Bûlwara Şêx Seîd red kir
Li Meletîyê du wesayît li hev qelibîn: 6 birîndar
Li Êlihê "Ji bo kesên hewcedar bibin çavkaniya hêvîyê" kermesek hate vekirin
Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin
Rêya Şirnex-Elkê ji çûyîn û hatinê re hat girtin