Cemiyeta Mustezefan ya Diyarbekirê, bi beyanatekê êrîşên han sert şermezar û telîn kirin. Beyanat ji aliyê Cemîl Cahît Unsal ve hat xwendin.
Di beyanatê de hat gotin ku zihiniyeta berê ya ku gedeyên di pêçekê de û mislumanên di camiyan de li ser nimêjê qetil kiribûn, dewam dike. Hat îfade kirin ku xelkê Kurd şer û fîtne û xerabiyê naxwaze. Kesê bixwaze vê fîtneyê û xerabiyê bike, ewilî ew ê tê de bişewitin.
Unsal wiha got: “Şebeka PKKê heta niha dijminantiya Îslam û xelkê mislumanên Kurd ji xwe re kiriye meslek. Hal û nîvenga hizûrê sabote dikin, maşeyên grûbên kûr û qirêj in.
Ji aliyekê ve bi dewletê re hevdîtinên aştiyê pêk tînin, ji aliyekê ve dijminantiya xelkê mislumanê Kurd dikin. Xelkê Kurd aştî û hizûrê dixwaze. Kesên bixwazin vê aştî û hizûrê xera bikin, ewilî ew ê xwe di nav vî êgir de bişewitînin. Em gazî hemî kesên ku aştiyê dixwazin, li ser siberoja xelkê Kurd derdkêş in û dijminantiya Kurdan naxwazin dikin ku li ber van êrîşên gemmar û qirêj bisekinin, tepkiyên xwe nîşan bidin.” BANGAHEQ