Tewra mehkemê wîcdana raya giştî birîndar kir

Serokatîya Karên Hiqûqî û Siyasî ya HUDA PARê ji tewra hakimê ku doza kesên ku bersûcên qatil ên ku Yasîn û hevalên wî lê tên darizandin re bertek nîşan da û destnîşan kir tewr û helwesta mehkemê û her wiha tehlîyekirina bersûcên qatil wîcdana raya giştî

Her weke ku tête zanîn bi banga HDPê di 6 û 8ê cotmehê de  bûyer pêk hatin û di van bûyeran de Yasîn Boru, Hasan Gokgoz, Rîyat Gûneş û Ahmed Huseyîn Dakak  ji teref kesên PKKyî ve bi şiklekî wehşîyane hatin qetilkirin. Danîşîna 2yemîn a doza Yasîn Boru û hevalen wî li 2yemîn Mehkemeya Cezaya Giran  a Enqereyê hat dîtin.

 “Mehkemeya ku li dozê dinêre bêdilê xwe darizandinê dike”

Di daxuyanîya ku di derbarê mijarê de hatibû dayîn de hat diyarkirin mehkemeya ku li dozê dinêre bêdilê xwe darizandinê dike û wiha li daxuyanîyê hat zêdekirin: “Ev êrîş li însanetîyê hatîye kirin. Divê edalet pêk were û ev kar tiştekî hesan neyê hesibandin.Divê darizandin li derekî berfirah û rihet were kirin.  Her wiha ev doz divê ji teref hakimên ku girîngîya meselê dizanin ve bê kirin. Ev tiştekî pêwîst e.”

“Divê doz bi sê an jî pênç qatilan neyê sînorkirin”

Di dawîya daxuyanîya ku hat dayîn de  hat diyarkirin ew wek HUDA PARê wê ji doza Yasîn Boru û hevalên wî yên ku di Îda Qurbanê de hatin şehîdkirin re bibin şopînêr û  wiha dawî li axavtina hat dayîn: “Her wek tê zanîn di bûyerên 6 û 8ê cotmehê de li gelek bajêran êrîş li xelkê dîndar û li remzên îslamê hatin kirin. Ji ber vê yekê divê di vê doza de kesên ku vê qetlîamê pê dane kirin, kesên siyasî yên fîguran û kesên wezîfedarên ewlehîyê yên ku wezîfeya xwe bi cî ne anîne jî werin darizandin. Divê pêşîya vê darizandinê were vekirin.  Her wiha divê ev doz bi sê an jî pênç kesan neyê sînorkirin.”(ÎLKHA)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar