Texmîna me ya ji bo enflasyona sala 2017an ji sedî 8 e

Serokê Banqaya Navendî Murat Çetînkayadestnîşan kir enflasyona sala 2017an dibe ku ji sedî 8 be.

Serokê Banqaya Navendî Murat Çetînkaya di Civîna Agahdarkirinê ya Rapora  Sala 2017-1an de axavtinek kir. Çetînkaya di axavtina xwe ya ku di civînê kir de  reqema rêjeyên enflasyonên sala 2017,2018 û ya sala 2019an  eşkere kir.

Çetînkaya di axavtina xwe de destnîşan kir: “ Texmîna me ji bo enflasyonê ew e ku di dawiya sala 2017an de nîvendiya enflasyonê ji sedî 8 be û ev yek dê di navbera sedî 6,6 û 9,4an de çêbibe. Her wiha  ji bo sala 2018an jî nîvendiya enflasyonê ji sedî 6 be û ew ê ev yek  di navbera ji sedî 4,2 û 7,8an de çêbibe."

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Grûba xozan ke kewte merkezê ca bîyê vêniyaye
Îşkenceya li girtîgehên sîyonîstan eşkere kir
Dikandaran derxistin kolanan
5 hezar û 400 şitlê esrarê hatin bidestxistin
Alîkarê fermandarê cendermeyan û jina wî hatin girtin