Teyara Emrîka Deşîfre Bû

Îran Agahiyên Teyara Bê Însan Jihev Derxist.

 Qomandarê hêzên hewayî yê Îranê Tuğgeneral Emîr Elî Hecîzade, li ûnîversîteyê di konferansê de, der heqê teyara bê însan ya Emrîka de, xeber da. Hecîzade beyan kir ku hemî agahiyên teyara ku par hatibû bidest xistin, hatine deşîfre kirin. Qomandar da zanîn ku teyara han, di heqê tesîsên nukleerê de tu agahî kom nekirine.

Emîr Elî Hecîzade wiha diyar kir “Haya me ji hemî me’lûmat û fealiyetên teyarê heye. Zêdetirî 10 sala ye ku Îran bi teknolojiya xwe, dikare teyarên bê însan hilberîne. Çendakî berê teyara Hîzbûllah ya bê însan ya ku Îsraîl xistibû jî, malê Îranê bû. Di 2002an de hatibû çêkirin. Îran xwedî fûzeya ye ku menzîla wan kin û navîn û dirêj in. Teknolojiya me dikare fuzeyên bi menzîla 2 hezar kîlometreyî çêke, feqet em ne hewceyê vê ya ne. Di hedefên fuzeyên me de rejîma siyonîst Îsraîl heye.”

Wekî tê zanîn di zafera Hîzbûllah ya 33 rojan de, di zaferên Ğezzeyê de yên 22 û 8 rojan de, fuzeyên ku bi ser Îsraîl ve hatibûn şandin jî, ji teknolojiya Îranê bûn. Fûzeyên Îranê ên Şehab bi arduya hişk û yên Sîccîl jî bi ardûya lîkîtê dixebitin û menzîlên wan 2 hezar kîlometrêyîne.

bangaheq.net

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar