THY: Di lîsteya qedexê ya DYAyê de Stenbol jî heye

Birêveberiya Trump di seferên ku ji 8 welatan ji DYAyê re tên kirin de veguhastina cîhazên elektronîk ên ji telefonê mezintir a ji bo rêwiyan qedexe kir. THY di derbarê mijarê de destnîşan kir di navavê lîsteya qedexê de Tirkiye jî heye.

 Weke ku tê zanîn berî vê çendakî Serokê DYAyê Donald Trump  xwestibû ku seyahatên ku dê li DYAyê re bên kirin werin qedexekirin, lê ev daxwaza qedexê du caran ji teref darazê ve nehat qebûlkirin. Piştî vê yekê  Trump qedexeya cîhazên elektronîk a veguhastina di seferan de tetbîq dike.

Tê diyarkirin ev qedexeya ku hatiye îlankirin dê îro dest pê bike û di nava van welatên ku di nava qedexê de ne tev de 8 welat hene û navên wan wisa ye: Qahîreya Misrê, Ammana Urdunê, Kuveyta Kuveytê, Kazablankaya Fasê, Doha Qatarê, Riyad û Cîddeya Erebîstana Siûdê, Stenbola Tirkiyê û Dubaî û Abu Dabiya Mirnîşînên Ereban.

Hat ragihandin rêwiyên ku dê ji van welatan biçin Amrîkayê dê nikaribin cîhazên mîna tablet, mekîneya DVDyê, bîlgîsyar, mekîneyên fotografan û cîhazên elektronîk ên lîstîkan têxin nava kabîna balafirê.

Di derbarê mijarê de ji teref THYyê ve daxuyaniyek hat dayîn. Di daxuyaniya ku hat dayîn de hat ragihandin di nava qedexê de Tirkiyê jî heye û rêwî divê cîhazên elektronîk ên ji telefonê mezintir di dema seyahetê de bisperin beşa baxaja balafirê.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Çolig de biyayışê 4,4 de erdlerz bı
Li Midyadê di qezaya qamyonê de şofêr jiyana xwe ji dest da
Hest û ramanên saf û paqij ên zarokan têne qirêjkirin
Li Çungûşê cesedê kesê ku di Çemê Firatê de winda bûbû hat dîtin
"Fîloya Berxwedana Cîhanî 2" ber bi Xezzeyê ve diçe