Sewcîtiya Qoserê, bi amanca hadîseyên salên 90î yên li herêmê deşîfre bike, dest bi hereketê kir. Hat gotin ku, sewcîtiyê xwe gihandiye lîsteya tîma Kêrê. Di lîsteyê de hinek bersûcên Ergenekonê jî hene.
Di vê çarçovê de sewcî, li ser cînayetên failên wan ne eşkere yên li başûr û başûrê rojhilat, gundên hatine valakirin, kesên hatine revandin û qetlîamên hatine kirin, lêpirsîneke dizî dimeşîne. Bi vê meqsedê bi gelek şahidan re peyivîne û xwe gihandine gelek agahiyan. Tê îfadekirin ku, sewciyan xwe gihandine kesên ku dewrekê di JITEMê de xeber kom dikirin.
Ji ber ku elemanên JITEMê xisûsen li Qoserê li xelkê herêmê mîna kêrê teror dimeşand, ev tîma JITEMê ya tarî û kûr, bi navê Tîma Kêrê tê zanîn. Tê îddîakirin ku gelek elemanên vê tîmê, îtîrafvanên PKKê bûne. Her wiha hat îfadekirin ku di vê tîmê de hinek bersûcên Ergenekonê jî hene. bangaheq