Tir û otobûsa rêwîyan li hev qelibîn 4 birîndar

Li navçeya Sandikliya Efyonê tir û otobûsa rêwîyan li hev qelibîn, di encama qezayê de 4 kesan birîndar bûn.

Qeza, di seatên êvarê de li ser rêya gunda Başagaçê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine bdiestxistin tira di bin îdareya H.L. de bû û otobûsa ku di bin îdareya O.K. de bû li hev qelibîn.

Di encama qezayê de bi tevî şoforê tirê û 3 kesên di nav otobûsê de 4 kesan birîndar bûn. Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên polês, tenduristî û îtfaîyeyê hatin sewqkirin.

Mirovên birîndar, bi ambûlansan ji Nexweşxaneya Dewlet a Sandikliyê re hatin rakirin.

Hat hînbûn ku rewşa birîndaran baş e û derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê mijeke gurr bandor kir
HUDA PARê li Afyonkarahîsarê bi beşdarbûna Serokê Giştî Yapicioglu kampa nirxandina dawiya salê li dar xist
Li navçeya me ya Çinarê qezayeke trafîkê ya bi ziyana maddî çêbû
Balafira biçûk li Fransayê ket: 4 kes mirin
Ger hûn her tiştî li ser maddeyê ava bikin, nifşê din jî ew ê bibe tiryakê maddeyê