Tira ku pez barkirîbû qeza kir: Mirîyek, 1 birîndar

Li ser rêya Bedlîs-Diyarbekirê qamyona ku pez tê de bûn wergeriya, kesek mir û kesek jî birîndar bû. Di qezayê de hinek ajel jî telef bûn.

Qeza danê sibê li 20emîn kîlometreya rêya Bedlîs-Diyarbekirê li Taxa Buzlu Pinarê qewimî.

Qamyona pez bi plaqeya 28 AAK 325 ku di rêya Bedlîsê re diçû û navê şofêrê wê nehat hînbûn ji kontrolê derket û wergeriya.

Di qezayê de kesekî ku navê wî nehat hînbûn canê xwe ji dest da, kesek jî birîndar bû.

Li ser xeberdayînê ji cîhê qezyaê re ekîbên AFAD û tenduristiyê hatin sewqkirin. Kesê di qezayê de birîndar bû bi ambûlansê hat rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Bedlîsê.

Heywanên di qamyonê de hinek ji wan telef bûn bi alîkariya ekîbên AFADê hatin derxistin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Hejmarê şehîdên li Xezzeyê gihîşt 73 hezar û 462 kesan
Sîyaset ji bo xizmetkirina milet û bidestxistina riza Xwedê amûrek e
Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?