Tirkîye, aktivîstekî Filistînî dersînor dike

Tirkîye, derheqê Alaaddîn El-Farîsê ku li Tirkîyeyê ji bona ku bal li ser de’weya Filistînê bikşîne gelek çalakîyan tertîp kirîye de qerara dersînor kirinê da.

Aktîvîstê Filistînî Alaaddîn El-Farîsê ku bû çend sal e li Tirkîyeyê dijî û bi firoşkarîya seyar îdareya xwe dikir, heta îro ji bona ku bal li ser de’weya Filistînê û Qudsê bikşîne gelek çalakîyan lidar xist.

Alaaddîn El-Farîsê ku destnîşan kir ku ji teref Îdareya Koçê ve ji wî re “forma teblîgata dersînorkirinê” hatîye, got ku ew ji ber ku opozisyonê Hikûmeta Filistînê ye wek ku ji Tirkîyeyê tê şîyandin talûkeya wî ya kuştinê jî heye.

Alaaddîn El-Farîsê ku zewicandîye û bavê du zarokan e, îfade kir ku gerek ev qerar bê betalkirin û derheqê meseleyê de jî ji ÎLKHAyê re axavtinek kir.

Farisî di axavtina xwe de weha got, “Ez 5 sal berê hatim Tirkîyeyê. Ji bona ku bal li ser de’wa Filistîn û Mescîdî Eqsayê bikşînim ji Stenbolê heta Enqereyê meşîyam. Di demên pêşve de welatînîya Tirkîyeyê dan min lê min qebûl nekir. Ez bi firotina tiştan bi seyyarî îdareya xwe dikim, jîyan gelek zehmet e. Li Tirkîyeyê bi taybetî li bajarên Stenbol û Enqereyê gelek mirovên ji fikra Filistînê ne hene. Ez li Sefareta Enqereyê ya Filistînê çalakîyek kirim û dû re jî ji min re ji teref Îdareya Koçê ve qerara dersînorkirinê hat. Dema ku ez ji Tirkîyeyê bêm dersînorkirin ez ê bêm daleqandin. Dûre ew ê malbata min heşir bibe. Dema ku ez ji Tirkîyeyê herim bê guman mafê min ê jîyanê diqede. Ew ê min an bidaliqînin an jî min jehrî bikin. Him malbata min û him jî min bi xwe ji ber ku ez opozîsyonê Hikumeta Filsitînê û wan çalakîyên ku min kirîye ew ê min bikujin.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Ji Serokê Giştî yê HUDA PARê Yapıcıoğlu, ji Cemaat-i İslami re sersaxî û taziye
Li Xezzeyê hejmara şehîdan bû 34 hezar û 454
Dr. Newaf Tekrûrî: Xwepêşandanên xwe yên li qadan bidomînin
Rêber û Serokê Me Hz. Muhammed e
Serokê Yekîtîya ‘Aliman a Dinyayê Qeredaxî: Piştgrîdana xuşk û birayên me yên Xezze û Filistînê wacib e