“Tirkîye bi Efrînê peyam da Amerîka”

Wezîrê berê yê Karên Derve yê Almanya Sîgmar Gabrîel destnîşan kir Tirkîye bi operasyona Efrînê xwest ku peyamê bide Amerîka ku ew jî li herêmê xwedîyê gotinê me.

Sîgmar Gabrîelê wezîrê berê yê Karên Derve yê Almanya di rojanmeya “Der Tagesspiegel" makaleyeke bi navê “Piştî Efrînê Tirkîye û Xerb-Efrîn, bo Amerîka peyamek e.”

Gabrîel di makaleya xwe de diyar kir Tirkîye bo peyamê bide Amerîka yekîneyên xwe yên bêjayî şandiye Sûrîyê û bi nîvê hêzên xwe yên asimanî di dîroka xwe de harekata asimanî ya herî mezin tertîp kiriye.”

Gabrîel di berdewama makaleya xwe de diyar kir Tirkîye bo operasyonê amade ye ku bedeleke mezin bide û dû re wiha got: “Ew mudaxeleya leşkerî ya ku li Efrînê hat kirin bo Amerîka peyameke eşkere bû. Ew nîzama ku dê piştî şerê Sûrîyê bê sazkirin divê bêyî Tirkîyê neyê kirin û rêxistinîbûneke ku dê di bin kontrola PYD/PKKê de bê ji teref Tirkîyê ve nayê qebûlkirin.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

9 gule li camên dikanê ketin
Dadgehê daxwaza navê Bûlwara Şêx Seîd red kir
Li Meletîyê du wesayît li hev qelibîn: 6 birîndar
Li Êlihê "Ji bo kesên hewcedar bibin çavkaniya hêvîyê" kermesek hate vekirin
Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin