Tirkiye: Di nav 48 saetan de 2 hezar penaber ji Sûriyê hatine

Hewlêr, 13 Hezîran (AKnews) – Wezareta derve ya Tirkiyê ragihand, di nav 48 saetên borî de, 2 hezar penaberên Sûriyê, ji ber şer û pevçûnê, derbasî Tirkiyê bûne.

Li gorî nûçeya NTV, berdevkê wezareta derve ya Tirkiyê, Selçuk Unal, diyar kir, di nav 48 saetên borî de, nêzîkî 2 hezar welatiyên Sûriyê ji ber aloziya welatê xwe derbasî Tirkiyê bûne.

Unal, got, bi vî awayî, hejmara penaberên Sûriyê li Tirkiyê gihîşt 29 hezar û 500 kesî û da zanîn, di nav penaberên ku di nav 2 rojên borî de hatine Tirkiyê, 43 birîndar jî hene.

Tê zanîn, ji ber şer û pevçûnên li Sûriyê, ji bilî Tirkiyê, xelkê Sûriyê derbasî welatên din wek Libnan, Ordun û Iraqê jî dibin.

Li gorî amarên nefermî, ji destpêka aloziyên Sûriyê ve heta niha, zêdetirî 13 kes hatine kuştin.

sm AKnews

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê 85 kesên ku ji bo tawanên cihêreng dihatin lêgerîn hatin girtin
Masîgirê ji Batmênê dahata masiyan a rojekê bexşî hewcedaran kir
Mijê mejî di payîzê de dikare bê destpêkirin!
Batman de, kavşaxê otogari de qezaya tirî: Yew birindar
Li Cizîrê panela Melayê Cizîrî tê lidarxistin