Tirkiye ‘Hareketa Îslamî ya Tirkîstana Rojhilat’ daxilî lîsteya terorê kir

Wezîrê Karên Derve yê Çînê Wang Yî diyar kir “Tirkiye ‘Hareketa Îslamî ya Tirkîstana Rojhilat’ daxilî lîsteya terorê kir.”

Piştî ziyareta ku ji teref Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu ve li Çînê hat kirin re Wezîrê Karên Derve yê Çînê Wang Yî û Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu daxuyaniyeke hevpar a çapemeniyê dan.

Wezîrê Karên Derve yê Çînê Wang Yî di daxuyaniya hevpar a ku da de destnîşan kir ew û Tirkiye li ser pêşvebirina çend mijaran de li hev kirine û wiha got: “Tirkiye ‘Hareketa Îslamî ya Tirkîstana Rojhilat’ daxilî lîsteya terorê kir. Çîn vê helwesta Tirkiyê teqdîr dike.”

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu jî di daxuyaniya ku belav kir de diyar kir  Tirkiye ji wan welatan e ku desteka herî mezin didin Çîna Tenê û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Em ewlehiya Çînê wek ewlehiya xwe dibînin. Em him li heremê û him jî welatê xwe destûr nadin tû fealiyetên ku li dijî Çînê bin.

ÎLKHA









İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Çolig de biyayışê 4,4 de erdlerz bı
Li Midyadê di qezaya qamyonê de şofêr jiyana xwe ji dest da
Hest û ramanên saf û paqij ên zarokan têne qirêjkirin
Li Çungûşê cesedê kesê ku di Çemê Firatê de winda bûbû hat dîtin
"Fîloya Berxwedana Cîhanî 2" ber bi Xezzeyê ve diçe