Tirkiyê Ji Bo Sûriyê Gazî Nyyê Kir

Tirkiyê piştî beyana Teşkîlata Qedexekirina Sîlehên Kîmyewî ya ji bo delîlên xurt ên der barê ku li Sûrîyê çekên kîmyewî hatine bikaranîn de, ji Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî xwest ku gavên hewce bavêje.

Careke din îddîayên ku li Sûriyê sîlehên kîmyewî hatine bikaranîn ket rojevê.

Wezareta Karên Derve beyan kir ku li Sûriyê zulma li dijî însaniyetê ya li xelkê tê rastkirin, bi delîlên ku gaza klorê tê bikaranîn girantir bûye. Di beyanê de wiha hat gotin:

“Di rapora dawîn ya ku ji aliyê mîsyona komkirina agahiyan ya teşkîlata qedexekirina sîlehên kîmyewî ve hatiya hazirkirin de tê gotin ku li Sûriyê bi tesbîtan gaza klorê sîstematîk û gelek caran hatiye bikaranîn. Îxlala han tehdîta rejîmê ya ji bo aşîtî û îstîkrara herêmî û navneteweyî nîşan dide. Em hêvî dikin ku Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî, li ber van êrîşên ku li dijî însanîyetê sûc in û rasterast xelkê sivîl dikin hedef gavên hewce biavêje."

Hefteya borî teşkîlata Qedexekirina sîlehên kîmyewî, di beyana xwe de gotibû delîlên der barê di meha tebaxê de êrîşên nû yên bi sîlehên kîmyewî hatine kirin de hatine bidesxistin. Her wiha hatibû gotin ku bi qenaeteke mezin, di êrîşên dawîn ên kîmyewî de gaza klorê ya jehrî, saf yan jî bi nesafî hatiye bikaranîn.

cinarinsesi.com

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar