​Tirkiye seha xwe ya asîmanî ji Rûsyayê re vekir

Tirkiye seha xwe ya asîmanî ya ku ji ber şerê navxweyî ya Sûriyê 4 salan girtîbû ji Rûsyayê vekir.

Hat ragihandin Tirkiye seha xwe ya asîmanî ya ku ji ber şerê navxweyî ya Sûriyê 4 salan girtîbû ji nû ve ji Rûsyayê vekir.

Li gor xebera ajansa Înterfaksê Tirkiye berî vê rojekî seha xwe ya asîmanî ji balafira neqliyê ya bi tîpa TU-154M a ku aîdî Rûsyayê re vekiriye û destûr daye ku ji rêya herî kurt bigihijê balafirgeha Rûs Hmeymîmê.

Digel ku balafir aîdî Wezareta Parastinê ya Rûsyayê be jî  rayedarên leşkerî diyar kirin barê balafirê kargo ye û dû re wiha gotin: “Digel ku Tirkiye seha xwe ya hewayê ji Rûsyayê re vekiribe jî, ew balafirên şer ên ku bo hedefên li Sûrî bixin bi hewa dikevin dîsa jî sahaya hewayê ya Îran û Iraqê bi kar tînin.”(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Mêrdîn de Karwanê Hêvî ra deyrê keyan rê desteka qirtasiye
Îsot û balîcanên ji bo zuhakirinê li ser dezgehan cihê xwe girtin
Li Sêrtê pirsgirêkên bajêr guhdarî kir
Li Pira Mala Badê qeza: 7 birîndar
Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê 3 roj in protestoya qutbûna ceryanê tê lidarxistin