Tirkiye û Herêma Kurdistanê Dikin Li Ser Petrolê Li Hev Bikin

Tirkiye û Herêma Kurdistanê Dikin Li Ser Petrolê Li Hev Bikin

 Qezeta Îngilîz Faynenşil Tayms da zanîn ku, Tirkiye û herêma Kurdistanê, dikin li ser petrolê li hev bikin û peymana xwe îmze bikin.

Li gor xebera qezetê, wê bi peymana ku li ser lêgerîna petrol û gaza tebiî û îxrackirina wan hatiye amade kirin, rojê 3 milyon bermîl petrol û 10 milyar metrekûp gaza tebiî bê şandinî Tirkiye. Her wiha bi peymanê, di bin kontrola Tirkiyê de, li 5 deverên herêmê, şîrketa ku wê li petrolê bigere bê avakirin.

Wekî tê zanîn îdara merkeziya İraqê, li ber vê peymanê disekine. Tê gotin ku bi vê peymanê, wê bidest xistina serxwebûna ekonomîk û sîyasî ya herêma Kurdistanê siviktir bibe.

Ji hêla herêma Kurdistanê jî wezîfedarek îfade kir ku, boriyên petrol û gaza tebiî, wê dîrekt ji Herêma Kurdistanê heta nav Tirkiye bên avakirin. Vê avakirin wê di pêş de ji bo hemî herêmê bifeyde be. Hefta borî îdara merkeziya İraqê nehiştibû ku teyara wezîrê enerjiyê Taner Yildiz here Hewlêrê.

bangaheq.net   

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê 85 kesên ku ji bo tawanên cihêreng dihatin lêgerîn hatin girtin
Masîgirê ji Batmênê dahata masiyan a rojekê bexşî hewcedaran kir
Mijê mejî di payîzê de dikare bê destpêkirin!
Batman de, kavşaxê otogari de qezaya tirî: Yew birindar
Li Cizîrê panela Melayê Cizîrî tê lidarxistin