Tirkîyeyê kuştina pêşmergeyan şermezar kir

Wezareta Karên Derve, kuştina 3 pêşmergeyan ji aliyê DAIŞê şermezar kir.

Wezareta Karên Derve ya Tirkîyeyê  li ser  kuştina 3 pêşmergeyan ji aliyê DAIŞê daxuyaniyek belav kir. Di daxuyaniya niviskî de kuştina 3 pêşmergeyan bi zimanekî tundî şermezar kir.

Wezareta Karên Derve di daxuyaniyê de wiha îfade kir: "Em lenetê li vê hovîtiyê tînin û vê hovîtiyê şermezar dikin."

Daxuyaniya Wezareta Karên Derve wiha dewam kir: Xwedê rehma xwe li pêşmergeyan bike û serê malbatên wan sax be. Em êşa xwişk û birayên xwe yên Herêma Kurdistanê wek a xwe dibînin. Em car din dibêjin, em di têkoşîna dijî rêxistina terorîst a DAIŞê de ligel Iraq û Herêma Kurdistanê ne û emê bi hemû awayî destekea xwe bidomînin.”  (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Vera problemê bêkarîye vengdaîşê viraştiş u istixdamî
"Parastina mafên mirovan sûc nîne"
Li Dîyarbekirê 48 hezar û 579 esrara kenewîr hatin îmhakirin
Ew ê beşdarî Kongreya Bajarê Dîyarbekirê bibe
Banga civîneke çapemeniyê ya girseyî hat kirin