“Tiştên ku nikaribûn li Perwariyê bikin hewil dan li Entabê bikin”

SÊRT - Alî Ozcanê ku ji mezinên Eşîra Adiyanê ye û kekê Serokê Şaredariya Perweriyê ya AK Partiyê ye di derbarê êrîşa bombayî ya ku li Entabê hat kirin de agahiyên balkêş parve kir.

 Alî Ozcanê ku ji mezinên Eşîra Adiyanê ye û kekê Serokê Şaredariya Perweriyê ya AK Partiyê Tayyar Ozcanî ye di derbarê êrîşa bombayî ya ku li Entabê hat kirin de nirxandinan kir  û agahiyên balkêş bi ÎLKHAyê re parve kir.

Elî Ozcan di destpêka axavtina xwe de di derheqê  sedemên êrîşên PKKê yên li ser eşîran de nirxandinan kir û destnîşan kir ji ser Entabê Perwarî dihat hedef standin.

Ozcan di axavtina xwe ya kir de balan kişand li ser  sedemên êrîşên PKKê yên li ser eşîrên heremê û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ger ku we dîqet kiribe, di van pêlên dawî de rêxistina terorê êrîşan dibe li ser eşîrên heremê.Wek mînak êrîş li  biraziyê Serokê Eşîra Jirkî Tahir Adiyamanî hat kirin.Ev kesê ku êrîş lê hat kirin her çiqas Serokê Şaxên Ciwanan ê AK Partiyê be jî êrîş lê hat kirin.Ji rexê din ve êrîş li me jî tên kirin.A niha dema ku em lê dinêrin, PKK li Perwariyê bi ser neket.Ev serneketin him li navenda Perwariyê û him jî li gundên wê jî heye.  Îro gelek şaredarîyên derdora Perwariyê HDPyî ne .Xîzan, Çatak, Erûh û Qilaban hemû derên ku sînorên me bi wan re hene HDPyî ne.Di nav van de tenê Perwerî di nava vê heyvê de wek stêrkekê ye.Li vê derê jî Şaredariya AK Partiyê heye.Divê em bûyerê ji vê hêlê jî binirxînin.”

 “PKK eşîran ji xwe re manî  dibîne”

Ozcan di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir PKK di dema pêvajoyê de bi eşîran re hevdîtin kir û di dema van hevdîtinan de dema ku encam negirt dest bi êrîşan kir.Ozcan dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Qaşo di dema wê pêvajoya çareseriyê de, a rastî di dema bêçekbûnê de ji gelek eşîran re çûyîn û hatin hatin kirin.Lê eşîr derbasî hêla wan nebûn.Gelek eşîrên li Rojhilata Başûr girêdayê kevneşop û bastanên xwe ne.Ger ku eşîr ji holê bên rakirin dê meydan ji PKKê re bimîne.Ji ber vê yekê wan ji xwe re manî dibîne.Başe, gelo ma ew eşîr ne Kurd in?Gelo li Başûrê Rojhilat eşîrên Tirk an jî Ereb hene?Ji ber vê yekê ez ji gotinên wan û sloganên wan ên demokrasiyê bawer nakim.”

 “Kurd û Tirkên ku dimrin gelo ne Misliman in?”

Ozcan di berdewama axavtina xwe de  helwesta HDPê ya piştî teqînê rexne kir û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Îro HDP li wan kesên ku jiyana xwe ji dest dane xwedî derdikeve.HDP, dema ku ev kesên ku ji wan re dibêjin HDPyî ne, di hilbijartinan de dema  deng dan, hevserokên HDPê li cem wan bûn?Dema ku ew kes ra dane HDPê, ew li ser serê sindoqan bûn?Îro qaşo PKK dibêje ez li ser navê Kurdan çalakiyan dikim.Ji rexê din ve jî DHKP-C dibêje ku ez li ser navê Tirkan çalakiyan dikim.Her wiha FETO û DAIŞ jî dibêjin em li ser navê Îslamê çalakiyan dikin.Başe, gelo ev teqemeniyên ku diteqin çi kesan dikujin? Kurd û Tirkên ku dimrin gelo ne Misliman in?Îro divê, HDP ewil vê yekê lêpirsîn bike.Gelo di nava wan kesên ku li Elezîzê şehîd bûn de Kurd nîn bûn?Doh li Xîzanê pevçûnek derket û di pevçûnê de binefserek hat kuştin.Ev binefser ji Çataka Wanê bû û Kurd bû.HDP çima naçe serdana malbta wî?Çawa ku ew rêxistinên ku min jimartin maşiktiyê dikin, bi heman awayî HDP jî ji bo wan maşiktiyê dike.”

 

 “Ew kesên ku di merasîma cenazê de slogan diavêtin ne Perwariyî bûn”

Ozcan di berdewama axavtina xwe de qala helwesta provokatîf a HDPyiyan de jî nirxandinan kir û wiha pê de çû: “ Li gor min ew kesên ku di cenazê de slogan diavêtin  ne Perwariyî ne û li gor min ew kes ne naskirîyên wan şehîdan in jî.Ka binêrin sibe an jî du sibe fotografên wan kesan di çapemeniyê de dê derkevin, exlebeya wan ji bajarên derdorê hatine.Ev kes tu eleqeya wan bi Perwarî re nîne.Madem cenazeya exlebeya wan dê bên Perwariyê çima nehatin li Perwariyê xwedî li wan derneketin.Gelo ji ber cudakirina cenzaeyan e?Ev ne HDPyî ne, ewên din HDPyî ne gelo?”

Ozcan di dawiya axavtina xwe de destnîşan kir her çiqas delîl DAIŞê nîşan bidin jî, pêwîst e mijar bi şikleke  hûrgilî bê vekolînkirin û di derbarê mijarê de van tespîtan kir: “Pêwîst e bûyer baş bê vekolînkirin.Yanî dibe ku ev ji ber wan sedemên ku min jimartin be  an jî ji ber ku malbata van kesan gundparêz bin jî divê bê vekolîn kirin.Her wiha îxtîmal e ku tiştên ku nikaribin li Perwariyê bikin ji ser Entabê bikin û bi vî awayî dibe ku têketina şaredariyê a destê xwe  xistibin hedefên xwe .”(ÎLKHA)



 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Wezîr Yerlîkaya: Ew ê destûr neyê dayîn ku li Taksîmê xwepêşan bê lidarxistin
Îsmaîl Henîyye bi nevîyên Mandela re hevdîtin kir
Rejîma siyonist êrîş bir li ser zarok û pîrekan: 22 şehîd
Ji gotina Abbas “Heqê xwedîbûna emnîyeta tam a îsraîl heye” re bertek
Evîndarên Pêxember: Ger eşq û muhabbetek hebe ew jî ya Resûlullah e