Top Ket Ceylanpinarê

Li Navçeyê Mekteb 2 Rojan Hatin Tatîl Kirin

 Li Serêkaniya Hasekê ya hêla Sûriye şer dewam dike. Li gor xeberan tê gotin ku navçe ketiya bin kontrola muxalîfan. Ji ber vê yekê jî, teyarên zalimê Esed bomba bi ser navçeyê dibarînin.

Ji ber şer û tevlîheviyan, milletê navçeyê hewla derbasî hêla Tirkiyê dikin. Xeberên ajansan diyar kirin ku di hukmê çend rojên dawîn de gelek kes derbasî hêla Tirkiyê bûne. Gulleyek topê ya eskerên Esed li erda Ceylanpinarê ket. Ketina topê li navçeyê bû sebebê panîkê. Mekteb ji bo 2 rojan hatin tatîl kirin.

Li navçeya Serekaniyê, di şerê navbera muxalîf û eskerên Esed de, zêdetirî 4 kes hatin kuştin. Hinek kesên birîndar derbasî hêla Tirkiyê bûn. Wan rakirin nexweşxanê. www.bangaheq.net

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar