Top û Hawan Li Akçakaleyê Ketin:5 Kuştî

Agir û şewata şerr û pevçûnên Sûriye xwe avête Tirkiyeyê.

Agir û şewata şerr û pevçûnên Sûriye xwe avête Tirkiyeyê.

Xeberan îfade kir ku do danê êvarê ji hêla Sûriye ve, çend gullên top û hawanê li Akçakaleya navçeya Rûhayê ketine. Di hadîseya teqîna top û hawanan de 5 welatiyên Akçakaleyî can dan, 10 kes jî birîndar bûn.

Li ser hadîseyê ji polîtîkvan û siyasetmedaran gelek tepkî hatin beyan kirin. Ji hêla hikûmetê ve hat gotin ku wê van êrîş bê cewab nemînin.

Hat îfade kirin ku piştî teqîn kuştina 5 welatiyan, millet di cadde û kolanên şehir de dest bi meş û protestoyan kirine. Protestovan ber bi qeymeqamtiyê ve meşiyan. Waliyê Rûhayê di serdana Akçakaleyê de hat protesto kirin. Millet Îstîfa waliyê Rûhayê xwestin. Polîs bi gaz û ava tazyîkê wan belav kir. Walî wan gazî aşbûn û sekaniyê kir. Hat zanîn ku 3 qîz û diya wan û jineke din di teqînê de hatine kuştin.

Xeberan dan zanîn ku, vê sibehê topên Tirkiyê jî êrîşî hedefên eskerên Sûriye kirine. Li gor xebera Reutersê, çend eskerên Sûriyeyî di van êrîşan de hatine kuştin. Hat gotin ku êrîş li bajarê Îdlîbê hatiye kirin.

Li aliyê din tezkera Sûriyeyê li meclîsê pêşkêşî serekwezîrtiyê bû. Li ser hadîseyê ji teşkîlata dewletên Yekbuyî û Emrîka, sersaxî û şermezarkirina alî Sûriyê hatin beyankirin. Natoyê jî îfade kir ku destek û piştgiriya Tirkiyê dike. (bangaheq)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbakır de domano 3 serre yo ke vindi bibi, tarlayê de ame vênayene
Tiliya zarokekî qut bû
Li Dîyarbekirê zarokek 3 salî winda bû
3 kes mir, 5 kes jî birîndar bûn
Rêya Dêrsim-Pulurê ew ê ji bo 2-3 rojan ji trafîkê re girtî be