Traktor û wesaîta tîcarî li hev qelibîn: 2 birîndar

Li Êlihê traktor û wesaîta tîcarî ya sivik li hev qelibîn. Di encama qezayê de 2 kes birîndar bûn.

Li ser Rêbeja Heskîf-Êlihê traktor û wesaîta tîcarî ya sivik li hev qelibîn. Di encama qezayê de 2 kes birîndar bûn. 

Qeza doh di wextên êvarî de li nêzîkî gundê Meymûnîyê pêk hat. Li gor agahiyên hatin wergirtin wesaîta sivik tîcarî ya kû ji Êlihê ber bi Heskîfê ve diçû ya bi plaqeya 72 EF 727 bi traktora ji heman alîyê diçû ya ku ajovan û plaqiya wê ne eşkereye li hev qelibîn. Di encama qezayê de 2 kes birîndar bûn.

Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Herêmê û hatin xistin bin tedawiyê.(ÎLKHA)

 








 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dadgehê daxwaza navê Bûlwara Şêx Seîd red kir
Li Meletîyê du wesayît li hev qelibîn: 6 birîndar
Li Êlihê "Ji bo kesên hewcedar bibin çavkaniya hêvîyê" kermesek hate vekirin
Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin
Rêya Şirnex-Elkê ji çûyîn û hatinê re hat girtin