Trektor û wesayît li hev qelibîn: 4 birîndar

Li navçeya Dutaxa Agirîyê traktorek û wesayîtek li hev qelibîn, di encama qezayê de 4 kes birîndar bûn.

Qeza, di seatên serê sibehê de li ser rêya Agirî-Wanê pêk hat. Li gorî îddîayan traktora di bin kontrola Garîp Y. de bû li wesayîta ku di bin kontrola Mehmet K. de bû qelibî.

Di encama qezayê de şofêrê wesayîtê Mehmet K. û Ahmet K., Fevziye A. û Seher S yên di nav wesayîtê de bûn birîndar bûn.

Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên polês, tenduristî û îtfaîye hatin sewqkirin.

Mirovên birîndar bi ambûlansan ji nexweşxaneyê re hatin rakirin.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de varişan biro paka Dicle Roje debi berz biyo
Tiştê ku derman ji jehrê cuda dike doza wî ye
ji bo çareserkirina pirsgirêkên Gundê Boşatê bangawazî
Bi eleqeyeke mezin berdewam dike
Li ser neteweperesta Fransî Le Pen şîroveyên "durû"