Tu êdî nikarî ji xwe re bi çêkirina dijminan li ser piyan bisekinî

Doç. Dr. Bulent Sonmez qerara qedexekirinê ya têketina têketina Emrîkayê ya welatiyên welatên Iraq, Îran, Sûriye, Sudan, Lîbya, Yemen û Somalî re nirxand û destnîşan kirev rewş heta heta berdewam nake û êdî tu kes nikare ji xwe re bi çêkirina dijminan li

Her weke dê bê bîran Serokê Nû yê DYEyê Donald Trump têketina Emrîkayê ya welatiyên welatên Iraq, Îran, Sûriye, Sudan, Lîbya, Yemen û Somalî qedexe kiribû. Serokê Şaxa Makezanîsta Dîroka Felsefeyê yê Zanîngeha Dîcleyê Bulent Sonmez di derbarê vê mijarê de nirxandinan kir  û dest nîşan kir ev rewş heta heta berdewam nake û êdî tu kes nikare ji xwe re bi çêkirina dijminan li ser piyan bisekine. Sonmez di berdewama axavtina xwe de balan kişand li ser bêîstîqrariya ku li alema xerbê rû daye.

“Demekê zilamê nexwş Osmanî bû lê a niha Ewrûpa ye”

Sonmez di berdewama axavtina xwe diyar kir xerb nizane çi dike û di nava panîkê de ye. Sonmez dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ewrûpayeke ku îqtîsada wî hilweşiyabe ne mimkûn e ku di çarçoveya exlaqê de tevbigere. Jixwe tiştekî ku li ser bingeha pozîtîf û materyalîst hatiye avêtin heye. Heta ku îqtîsad baş be her tişt pir baş e. Dema ku birçîbûn dest pê dike her tişt eşkere dibe. Îngîltere biryar da ku ji Yekîtiya Ewrûpayê veqete. Yekîtiya Ewrûpa dê hilweşe. Demekê zilamê nexwşe Osmanî bû lê a niha Ewrûpa ye.”

ÎLKHA





İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Eke ma Peyamberi de sarın bê, pof de çi de nêpawyê
16 kes birîndar bûn
Divê Misilman ji bo serdestiya dînê Xwedê micadele bikin
Riya xilasiyê ji wehdetê derbas dibe
Ji bilî wehdetê ti çareyek din li ber me tineye