Tu Esasê Yesaxa Tesetturê Tune Ye

Divê ku tesettur li her derê di her sehayê de, di qamûyê û di qamûsalê de serbest be. Lewra heqek însanî ye. Tê gotin ku hikûmet dixwaze di saziyên resmî de yesaxa teseturê rabe.

 Divê ku tesettur li her derê di her sehayê de, di qamûyê û di qamûsalê de serbest be. Lewra heqek însanî ye. Tê gotin ku hikûmet dixwaze di saziyên resmî de yesaxa teseturê rabe.

Hat gotin ku wezareta yekîtiya Ewrûpa ya hikûmetê, raporek amade kiriye. Li gor raporê welatên ku di qamûyê de tesettur yesax kirine, Fransa û Tirkiye ne. Li Elmanyayê tesettur tenê di mektebên dewletê de yesax e. Li Belçîkayê bûrqa û peçe, li Hollandayê sernixmandina wezîfedarên polîs û yargiyê yesax e. Li Danîmarqayê tenê sernixumandina yargiçan yesax e.

Li aliyê din li Awûstûrya, Fînlandiya, Qibrisa Başûr, Bûlgarîstan, Cimhûriyeta Çek, Estonya, Îrlanda û Îspanyayê, di qamûyê de, der heqê yesaxa tesetturê de tu qanûn û rêzikname tune ne.

Tê xeberdan ku, eger xebat bên temamkirin, wê di qamûyê de rê li ber serbestiya tesetturê vebe. Her çi qas weha bê gotin jî, li ser tesetturê semîmiyeta partiya AKPê ne eşkere ye. Lewra çendakî berê bi rêziknameyeke wezareta perwerdehiya mîllî, di mekteban de sernixumandin yesax kiribû. 

Bangaheq

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê 85 kesên ku ji bo tawanên cihêreng dihatin lêgerîn hatin girtin
Masîgirê ji Batmênê dahata masiyan a rojekê bexşî hewcedaran kir
Mijê mejî di payîzê de dikare bê destpêkirin!
Batman de, kavşaxê otogari de qezaya tirî: Yew birindar
Li Cizîrê panela Melayê Cizîrî tê lidarxistin