Tu kes geşedanên li Şernexê diqewime ji xwe re nake derd

Li Şernexê qedexeya derketina derve ya ku ji 14ê Adarê pê ve dest pê kiribû hêj didome. Gel destnîşan kir ku ji ber vê qedexeyê bajar bûye wekê kavil û ji ber vê yekê ew pirr mexdûr in. Lê tu kes dengê wan nabihîse.

Li Şernexê ji ber siyaseta kort û çalan ji 14ê Adarê pê ve qedexeya derketina derve hatibû îlankirin û ev yek hêj jî didome. Şernexiyên ku rewşa xwe ji ÎLKHAyê re ragihandin diyar kirin ku ji ber geşedanên li bajêr sazî û binesaziyên li bajêr ser û bin bûne. Ji ber vê yekê ew pirr mexdûr bûne.

Li navenda bajêr mimkûn e ku mirov avahiyên ku hilweşiyane, şûna berik û topan, têlên ceyranê yên qetiyane, boriyên avê yên ku teqiyane bibîne. Hat dîtin ku mizgeft jî dûçarê berik û roketan bûne. Li bajarê ku dawî li şerê hatiye xerakirina bi sedan avahiyên ku xisarê dîtine didome.

Gelê Şernexê gilîdar in ku wan bê xwedî hêştine û ev 8 meh e tu kesî rewşa wan nepirsiye. Gel destnîşan kir daxwaziya wan ew e qedexeya ku vê gavê didome bila demildest were rakirin.

“Mexdûriyeta gelê Şernexê nayê dîtin”

Ji nişteciyên Taxa Bahçelî Evlerê Suleyman Çîftçî ragihand ku tu kesî mexdûriyeta Şernexiyan çareser nekiriye. Dûvre Çîftî wiha pê de çû: “Ev 8 meh e ku qedexeya derketina derve didome. Em perîşan bûne. Ji aliyê derûniyê ve rewşa zarokên me xerab e. Ev 8 meh e ku tu dahateke me tune. Tişteke yê ku mirov bixwe jî êdî nema. Mal û dikanamin xera bû. Berê kesên ku kolanan dikolan nehêştin ku em eşyayên xwe hilbigirin. Dûvre ji ber qedexeya derketina derve dewletê nehêşt. Em di nabeyna du agiran de şewitîn. Çi bû dîsa bi me bû.”

“Tu kes geşedanên li Şernexê diqewime ji xwe re nake derd”

Çîftçî wiha pê de çû: “Tu kesî rewşa Şernexiyan napirse. Îro sebe dema ku qedexeya derketina derve rabe dibe ku dîsa hinek kes derkevin holê. Ev 8 meh e ku tu kes rewşa Şernexê napirse. Ji ber ku şernex bê xwedî ye qedexe wiha dirêj didome. Tu kes geşedanên li Şernexê diqewime ji xwe re nake derd.”

 “2 malbat em bi hev re di malake 2 odeyî de man”

Çîftçî diyar kir dema ku di serî de qedexe dest pê kir ew bi birayê xwe re çûne Bajaroka Kumçatiyê û 2 malbat em bi hev re di malake 2 odeyî de mane. Dûvre Çîftçî wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ji berk u mala me xera bûye em li derve dimînin. Berê ez bi birayê xwe re li Bajaroka Kumçatiyê dimam. 2 malbat em bi hev re di malake 2 odeyî de man. Me gelek zehmetî kişand. Hê jî ev zehmetî didome. Min berê got dê qedexe rabe. Ji ber vê yekê min mal kirê nekir. Niha jî avahiyên ji bo kirê tune. Min heta îro ji tu kesî alîkarî hilnegirtiye. Bes Min ji Umut-Der û Yetîm-Derê alîkarî sitandiye.”

Çîftçî di dawiya axavtina xwe de diyar kir ku ew dixwaze ev qedexe were rakirin. Lewra zivistan nêzîk e û gel jî mexdûr e. Ji bo ku ev qedexe demildest were rakirin Çîftçî bang li rêvebiran kir.

“Zivistan tê kesên ku li kolanan in dê çi bişewitînin”

Mexdûrek din Yusuf Yurdan diyar kir ku rêvebir ji rewşa Şernexê re dengê xwe dernaxin. Dûvre Yuran wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ev 8 meh e ku ez li navenda bajêr dimînim. Mala min xera bû. Di destê min de tu tişteke nema. Bi zarokên xwe re wek 9 kes di maleke de dimînim. Ev 8 meh e ku es di kirê de me. Ji bo dayîna kirê perê min tune. Dewlet alîkariya me nake. Ez nizanim da ku dê çawa kirê bidim. Divê ku demildest ev qedexe rabe. Ez bang li birêz Serokkomar dikim. Bila ev qedexe rabe. Gel mexdûr e. Zivistan tê kesên ku li kolanan in dê çi bişewitînin.”

ÎLKHA





































İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Eke ma Peyamberi de sarın bê, pof de çi de nêpawyê
16 kes birîndar bûn
Divê Misilman ji bo serdestiya dînê Xwedê micadele bikin
Riya xilasiyê ji wehdetê derbas dibe
Ji bilî wehdetê ti çareyek din li ber me tineye