Li seranserê dinyayê, di tîcareta çek û sîlehan de paya mezin ya Emrîka ye. Pey wê Rûs û Çîn tên. Fîrmayên Tirkiyê, îxracata xwe ya sîlehan ya li Emrîka zêde kirin.
Hadîse û qewamin piştî Bihara Ereb, li gorî dilê emperyalîstan çêbû. Di serî de Emrîka gelek dewletên mijok, dixwazin bi firotina çek û sîlehan ekonomiya xwe rast bikin.
Li gor daneyên sala 2012an, hecma tîcareta sîlehan ya dinyê, 85 milyar dolar e. Di vê tîcaretê de, paya mezin ya Emrîka ye. Pey wê Rûs û Çîn tên. Muşteriyê baş jî Siûdî Erebîstan e. Li herêmê welatê ku, ekonomiya wî ketiye ser eskeriyê û ji emperyalîzma Emrîka herî zêde xwe çekdar dike Îsraîl e. Nifûsa Îsraîl nêzî 5 milyon e, lê di dinyê de welatê ku, herî zêde pere dide sîlehê û bi emperyalîzma Emrîka li herêmê sîlehan difiroşe, dîsa Îsraîl e.
Ji ber ku li Emrîka kêmkirina çekên di destê însanan de û yesaxkirina firotina sîlehan kete rojevê, fîrmayên Tirkiyê di meha Çile û Sibatê de, îxracata xwe ya mezin li Emrîka kirin. Di van her dû mehan de, îxracata sîlehan ya Tirkiyê, bi qasî ji sedî 5 noqte 6 zêde bû.