Turgut: Aboriya Amedê îflas kir

Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Vedat Turgut û lijneya pêre Borseya Tîcaretê ya Amedê ziyaret kirin.

Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Vedat Turgut û lijneya ku Serokê Bajarê Amedê Şeyhmus Tanrikulu jî tê de bû Borseya Tîcaretê ya Amedê ziyaret kirin.

Di seroktiya Vedat Turgut de lijneya HUDA PARê  Serokê Borseya Tîcaretê ya Amedê Engîn Yeşîlî  ziyaret kirin. Di hevdîtinê de rojev hat nirxandin.

Turgut di hevdîtinê de diyar kir ji ber ku di herêm de pevçûn diqewimin qaos çêdibe û mexdûriyeta ku gel dijî û mirinên çêdibin rêbazekê parastina mafê nînin. Her wiha Turgut diyar kir ev siyaseta kortan ya ku tê meşandin zirarê dide gel.

“Aboriya Amedê îflas kir”

Turgut axavtina xwe wiha domand: “Siyaseta kortan zirarê dide gel. Dera ku çal tên vedan gel bi zorî canê xwe xelas dike. Gel naxweze ku deqekê jî li wê dera ku çal tên vedan  bisekine. Dema ku qedexeya derketina derve radibe em dibînin ku xelk çawa koç dike. Îro rewşa herêm jî li ber çavan e. Dema ku merov derên wek Balikçilarbaşi û Dagkapiyê ya ku ji Amedê re de warê aboriyê de wek şahdamarêye dide ber çavan em dikarin îro bibêjin ku aboriya Amedê îflas kiriye.”

 “Zirarê herî zêde xelkê siwîl dibîne”

Turgut diyar kir divê pevçûnên ku kişandin nav bajêran jî werin rexnekirin. Dûvre Turgut wiha li axavtina xwe zêde kir: “Qethiyen em li dijî mirinan in û ji bo ku kes nemire pêwîst e ku çi ji destê me tê em bikin. Ji ber ku pevçûnan kişandin nav bajêran zirarê herî zêde gelê siwîl dît. Ji ber siyaseta çal û kortan gelê me him ji malê xwe him jî ji canê xwe bû.”

Turgut bal kişand divê pevçûnên ku di nabeyna dewlet û rêxistinê de ye demildest ji nav bajêran bikişînin qadên çolwaran. Dûvre Turgut wiha pêde çû: “Me diyar kir ku em alîgirê pevçûnan nînin û em dê vê yekê jî bidomînin. Lê heke bi her şiklê dê şer biqewime bila wek berê ji bo ku gelê siwîl zirarê nebine divê şer ji navendên bajêr û navçeyan dûr bibe.”

 “Em li benda domahiya ziyaretên we ne”

Serokê DTBê Engîn Yeşîllî diyar kir ku ji vê ziyaretê pir kêf xweş bûye û li dê li benda ziyaretên wan bibe. Dûvre Yeşîllî wiha destnîşan kir: “Hev naskirina me bi ziyaretên wiha mimkûn e. Înşeallah ji bo hawîrek baş ku ji gel re were saz kirin dê têkiliya dan û sitandina ramanên me bidome.” (ÎLKHA)

 

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar