Ultîmatoma Li Sûriye

Konseya Dewletên Yekbuyî Destpêbûna Diyalogê Xwest

Konseya ewlehiyê ya Dewletên Yekbuyî ji bo destpêkirina diyaloga polîtîk, li ser Sûriye dijdîne. Cîvata navnetewî jî, xebatên çareseriyê didomînin. Temsîlkarê xisûsî yê Dewletên yekbûyî û Yekîtiya Ereban Kofî Annan, ji konseya Ewlekariyê ya teşkîlatê xwest ku bila ji Sûrîye û ji mûxalîfan re peyama “Eger hun daxwazên agirbestiyê nexin pratîkê, ewçax netîceyên din wê biqewimin.” bêgotin.

Annan li bajarê Cenevre ya Îsvîçreyê, bi konferansa vîdeo beşdarî Konseya Ewlekariyê bû û wiha got “Divê konseya Ewlekariyê, 6 maddeyên plana aştiyê gebûl bike û ji bo ku wan qirar têkevin pratîkê, israr bike.”

Di sêrî de Emerîka, Fransa û Îngiltere dewletên rojavayê jî, ji bo ku Sûrî dest bi dîyaloga polîtîk bike, dayîna ultîmatomê teklîf kirin.

Di teklîfê de hat gotin ku ji bo plan têkeve pratîkê, divê heta 22yê Tîrmehê, muhletê bidin rejîma Esed. Heger ev firsend jî baş neyê bikaranîn, bila plana maddeya 7an ya Qonseya Ewlekarîyê, bi zorê têkeve pratîkê. (Ferman Çiyayî/Bangaheq)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbakır de domano 3 serre yo ke vindi bibi, tarlayê de ame vênayene
Tiliya zarokekî qut bû
Li Dîyarbekirê zarokek 3 salî winda bû
3 kes mir, 5 kes jî birîndar bûn
Rêya Dêrsim-Pulurê ew ê ji bo 2-3 rojan ji trafîkê re girtî be