Hasan Ozcanê 58 salî yê ku ev nêzî nîv qernê ye li sûka dîrokî ya li Mêrdînê karê sifirkeriyê didomîne diyar kir ku piştî berhemên fabrîkayê derketin holê êdî wan nekarîne wekê berê karê xwe bidomînin.
Ozcanê ku ji 8 saliyê pê ve bi nexşebendiya karê li ser sifrê re eleqeder dibe diyar kir ku wî cem bavê xwe dest bi vê karê kiriye û niha jî ew karê bavê xwe didomîne.
Hasan Hoste wiha diyar kir: “Hemî eşyayên ku me berê çêdikirin dihatin bikaranîn. Yanî însanan ji bo bikaranînê dikirîna. Niha bes ji bo zînetê tê sitandin. Hunera sifirkeriyê karekî giran e. Keda me li ser vê karê zêde ye.”
“Eşyayên me yên ku berê dihatin emilandin niha ji bo zînet tên bikaranîn”
Hasan Hoste wiha destnîşan kir: “Ji vir 50 sal berê dema ku ez 8 salî bûm min cem bavê xwe wek çirax dest bi karê kir. Karê bav û kalan bû me jî kir. Tabî wê çaxê ev kar pirr bi qîmet bû. Ez ji bavê xwe hîn bûm û min zarokên xwe jî hîn kir. Niha di serî de tas em eşyayên ku tên bikaranîn çêdikin. Eşyayên ku me berê çêdikirin dihatin bikaranîn. Nisa bes wek eşyayên zînetê tên bikaranîn.”
“Niha ne hunermend û ne jî çirax mane”
Hasan Hoste diyar kir ku bavê wî nê 70 salan vê karê domandiye. Dûvre Hoste wiha pê de çû: “Berê jimara hosteyan zêde bû. Jimara hosteyan ji ber ku zêde bû ji bo ku em sifir bistînin diketin rêzê. Ji bo ku em 200-300 kîlo sifir bistînin em nêzî mehekî diketin rêzê. Hunermend û çirax zêde bûn. Lê niha ne hunermend û ne jî çirax mane. Bes li Mêrdînê 150 dikanên sifrê hebûn. Niha çend dikan hene.”
“Ji ber ku mişterî tune em eşyayên çêdikin datînin rexekî”
Hasan Hoste wiha li axavtina xwe zêde kir: “Beriya bûyeran pturîstên mehelî û biyanî pirr dihatin Mêrdînê. Tabî cem me tişt distandin. Niha ji ber ku ew jî nayên em jî bêkar in. Eşyayên ku em çêdikin datînin rexekî. Înşaellah heke turîst ji nû ve werin dê em jî bifroşin û nanê xwe qezenc bikin. Em eşyayên ku bi keda milê xwe çêdikin beha nafroşin. Em pirr hindik jê kar dikin.”
“Di gel her tiştî dê ez vê karê bidomînim”
Hasan Hoste diyar kir digel zehmetiyan ew naxweze dev ji vê karê berde. Dûvre Hoste wiha dawî li axavtina xwe anî: “Ji ber ku karê sifirkertiyê ji bavê min ji min re maye ez naxwazim dev ji vê karê berdim. Bavê min 75 sal vê karê kir. Heta niha ev 50 sal e ku ez vê karê dikim. Me çavên xwe bi vê karê vekir. Em bi sifrê re mezin bûn. Niha karê me pirr ketiye lê dîsa em naxwazin dev jê berdin. Min zarokên xwe jî hîn kir. Digel fabrîqe û her tiştî dê ez vê karê bidomînim.” (ÎLKHA)