Umut Kapisi ya Diyarbekirê piştgirî da bernameya Wîladeta Pîroz

Umut Kapisi ya Diyarbekirê piştgirî da bernameya Wîladeta Pîroz a ku dê roja yekşemê ji teref Platforma Evîndarên Pêxember di qada Newrozê de were lidarxistin.

Umut Kapisi ya Diyarbekirê ya ku ji endamê saziyên civakê ya siwîl a Platforma Alîkariya Umut Kervani ye piştgirî da bernameya Wîladeta Pîroz a ku dê roja yekşemê ji teref Platforma Evîndarên Pêxember di qada Newrozê de were lidarxistin.

Serokê Komeleya Banqaya Xurek a Umut Kapisi ya Diyarbekirê M. Sıdık Furkan, diyar kir gor wan ji ber ku gel ji Suneta Pêxember dûr ketiye li erdnîgara Îslamê ev hedîseyên neyînî diqewimin. Ji ber vê yekê lidarxistina bernameyên wiha bi faîde ye.

Furkan wiha li axavtina xwe zêde zêde kir: “Di bergeha bernameyên ku her sal di serî meha Nîsanê de dest pê dike û heta nîvê meha gulanê didome de dê di 30yê Nîsanê de li Diyarbekirê roja Yekşemê bi temaya Rêberê heq û Edaletê Hz Muhammed (sav)’ di Qada Newrozê de bername were lidarxistin. Wek Komeleya Banqaya Xurek a Umut Kapisi ya Diyarbekirê dê em piştgirî bidin vê yekê.”

Furkan, diyar kir ku di serî de gelê Diyarbekirê ew hemî Evîndarên Pêxember û aşiqên Muhammed dawetê qadê dikin. Dûvre Furkan wiha pê de çû:

Gor me ji ber ku gel ji Suneta Pêxember dûr ketiye li erdnîgara Îslamê ev hedîseyên neyînî diqewimin. Ji ber vê yekê baweriya me ew e ku di bergeha fêmkirina jiyana Wî û tetbîqkirina vê yekê ya li jiyana xwe de lidarxistina bernamyên wiha bi faîde ne. Ji ber vê yekê em hemî dildar, heval û gelê xwe dawetê wê derê dikin.” (ÎLKHA)






 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Çolig de biyayışê 4,4 de erdlerz bı
Li Midyadê di qezaya qamyonê de şofêr jiyana xwe ji dest da
Hest û ramanên saf û paqij ên zarokan têne qirêjkirin
Li Çungûşê cesedê kesê ku di Çemê Firatê de winda bûbû hat dîtin
"Fîloya Berxwedana Cîhanî 2" ber bi Xezzeyê ve diçe