Platforma Alîkariya Umut Kervani ya ku bi dehan saziyên siwîl li gelemperê Tirkiyeyê alîkariyên xwe bi rê ve dibe di Meha Remezanê de bi alîkariyên xwe rûyê feqîr û fuqaran dikenine. Rêvebirên STKyan ji bo ku zêdetir alîkarî li feqîran were kirin bang li xêrxwazan kirin.
Êlih
Umut-Dera Êlihê ya ku endamê platformê ye, alîkariyên xwe yên di Meha Remezanê de didomîne. Serokê Giştî yê Umut-Derê Halîl Gergîn daxuyanî da. Gergîn wiha axivî: “Beriya Meha Remezanê me amadehiyên xwe qedandibû û dest bi alîkariyên xwe kiribû. Dê ev alîkarî heta dawiya Meha Remezanê bidome. Dê dildar û endamên me van alîkariyan ragihînin malbatên feqîr û fiqaran. Wek Umut-Der alîkariyên me her dem didome. Lê di hinek wextan de wek îd û Meha Remezanê alîkariyên me zêdetir dibe. Niyaziya kesên hêtîm, sêwî, feqîr û mihtac bi dewlemend û xêrxwazan hene. Divê ku di derbarê vî yekê de çi hewce dike were kirin.”
Agirî
Şaxa Agiriyê ya Cemîyeta Mustezefan a endamê platformê ye jî alîkariyên xwe di Meha Remezanê de domand.
Serokê Lijneya Alîkariya Şaxa Agiriyê yê Cemiyeta Mustezefan Îlhamî Bulan di derbarê mijarê de wiha axivî: “Me bi destpêkirina Meha Remezanê alîkariya 175 malbatan kir. Me bi alîkariyên birayên xwe yên xêrxwaz alîkariya malbatên niyazmend û mihtac kir. Xweda ji birayên me razî bibe.”
Çewlîg
Komeleya Merhamet Elî ya ku bi xebatên xwe yên alîkariyê tê zanîn bi minasebeta Meha Remezanê alîkariya malbatên feqîr û belengaz kirin.
Serokê Komeleya Merhamet Elî Mehmet Tamaç destnîşan kir ku ew wek komele di Meha Remezanê de hewl didin ku alîkariyên xwe bigihînin feqîr û fuqaran. Ji ber vê yekê Tamaç bang li xêrxwazan kir ku di derbarê vî mijarê de xêrxwaz alîkariya malbatên niyazmend bikin.
Denîzlî
Davet-Dera ku li Denîzliyê karûbarên xwe yên alîkariyê bi rê ve dibe wekê komeleyên din bê navber xebatên xwe didomîne. Alîkarê Serokê Giştî yê Davet-Derê Nurî Çelîk destnîşan kir armanca wan ew e ku di nabeyna kesên dewlemend û feqîran de pirek saz bikin. Dûvre wiha diyar kir: “Me unîteya alîkariyê ya komeleya xwe ya ku endamê Platforma Alîkariya Umut Kervani ye pêk anî. Armanca me ew e ku em di nabeyna kesên dewlemend û feqîran de wezîfeya xwe wek pir pêk bînin.”
Edene
Ji endamê Platforma Alîkariya Umut Kervani; Îlîm-Dera Ceyhanê bi şiklekî rêk û pêk alîkariyên xwe yên cûr bi cûr didomîne û bi vî yekê re jî dibe hêviya malbatên niyazmend.
Di Meha Remezanê de Îlîm-Dera Ceyhanê alîkariya 50 malbatan zêdetir kiriye. Serokê Lijneya Alîkariya Îlîm-Derê Osman Arpag di derheqê mijarê de wiha diyar kir: “Wek komele em bes di Meha Remezanê de alîkariyên xwe nadomînin. Her meh wek rêk û pêk em alîkariyên xwe digihînin malbatên feqîr. Roja ku komeleya me hatiye sazkirin heta îro me alîkariya bi hezaran malbatan kiriye. Me rewşa malbatên feqîr tespît kiriye û dûvre alîkariya wan kiriye.” (ÎLKHA)