UNICEF: Di 5 salan de 1500 zarok di rêya koçê de mirin an jî winda bûn

Fona Alîkarîya ji Zarokan re a NY (UNICEF), destnîşan kir ji sala 2018an heta niha nêzê 1500 zarok dema ku dixwestin di Behra Spî ya Orte de derbas bibin mirin an jî winda bûn.

Li gorî daxuyanîya ku ji teref UNICEFê ve hat belavkirin, îsal herî kêm 289 zarok an jî her hefte hema hema 11 zarok, dema ku dixwazin rêya koçê a Behra Spî ya Orte a ku rêya mirovên ku dixwazin ji Efrîqayê derbasê Ewrupayê bibin e mirin an jî winda bûn.

Li gorî texmîna UNICEFê ji sala 2018an heta niha 1500 zarok dema ku dixwestin Behra Spî ya Orte derbas bibin mirin an jî winda bûn.

Dîrektora Îcra ya UNICEFê Catherine Russell, bal kişand ku mirina zarokan a di rêya koçê de, ji bona ku zarokan bighêjin mafên xwe yên parastinê rêyên ewle û fermî bên çêkirin, ji bo ev tiştê jî divê tiştên zêdetir bên kirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Rêyên gundan ên herêma Qerejdaxê ne di rewşa bikaranînê de ne
Çınar de 2 wesayiti pê dımi dıyê: 5 mırdey estê
5 kesan wefat kir 2 kes jî birîndar bûn
5 kesan jiyana xwe ji dest dan
Baran tê, li bakur jî talûkeya aşîtê heye