UNICEF: Li Îdlîbê herî kêm 27 zarok jiyana xwe ji dest dan

Ji teref UNICEFê ve hat diyarkirin di êrîşa ku roja sêşemê li herema Han Şeyhûna li başûrê Îdlîbê ye hat kirin de daxuyaniyek hat dayîn. Di daxuyaniya ku hat dayîn hat diyarkirin ji kesên ku li Îdlîbê mirine herî kêm 27ê wan zarok in.

Li gor daxuyaniya ku ji teref rayedarên INICEFê ve hatiye dayîn di êrîşên kimyewî yên ku roja sêşemê li herema Han Şeyhûna li başûrê Îdlîbê ye hatin kirin de ji kesên ku li Îdlîbê mirine herî kêm 27ê wan zarok in û zêdetirî 500 kesan jî birîndar bûne.

Geert Cappelaereyê Dîrektorê Herema Rojhilata Navîn a UNICEFê ye di derbarê mijarê de diyar kir “ Nabe ku destûr bê dayîn li Sûriyê zarok hêj bên kuştin. Temamê terefên şer û kesên ku giraniya wan li ser terefên şer hene  demildest divê dawî li vê wehşetê bînin.”

Li gor Çavdêrxaneya  Mafên Însanan a Sûriyê jî di êrîşên ku hatin kirin ji zêdetirî 30 zarokî tev de 86 kesên siwîl hatine kuştin.

Di derbarê êrîşên kimyewî yên ku li Sûriyê hatibûn kirin de Wezîrê Edaletê Bekîr Bozdag jî diyar kir digel otopsiyên ku li Tirkiyê hatine kirin eşkere bûye ku di êrîşan de kimyasal hatiye bikaranîn.(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Çolig de biyayışê 4,4 de erdlerz bı
Li Midyadê di qezaya qamyonê de şofêr jiyana xwe ji dest da
Hest û ramanên saf û paqij ên zarokan têne qirêjkirin
Li Çungûşê cesedê kesê ku di Çemê Firatê de winda bûbû hat dîtin
"Fîloya Berxwedana Cîhanî 2" ber bi Xezzeyê ve diçe