UNICEF:Di herba Sûrîyê de 12 hezar zarok mirin

UNICEFa ku Fona Alîakrîya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî ye derbarê mirinên zarokan ên ku ji ber herba li Sûrîyê pêk hatine de daxuyanîyek belav kir.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin; ji ber herba ku li Sûrîyê ev bû 10 sal berdewam dike 12 hezar zarok canê xwe ji dest dan.

Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşankirin, di herba ku di navbera 2011 û 2020an de berdewam kir de zêdetirî 5 hezar û 700 zarok di herbê de hatin bikaranîn û dû re wiha li daxuyanîyê hat zêdekirin: “Ji sedî 90ê zarokan dahata wan nediyar e û bê parastin in. Zarok derûnîya wan xera bûye û perîşan in.”

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Meteoroloji ra xebara barano şidetın u fırtınay
Çima piştî paşîv û fitarê lênêrîna diranan girîng e?
Li navçeya Kanîreşê ya Çewlîgê, ji ber berfa zêde perwerde hat sekinandin
Li Pasûrê ekîbeke ji 165 kesan pêk tê li pey kalekî windabûyî digere
Li Çinarê di qezayeke trafîkê de 3 kes birîndar bûn