UNRWA: Li başûrê Xezzeyê ji 75 hezarî zêdetir Fîlîstînî koç kirine

Komîserê Giştî yê UNRWAyê Philippe Lazzarini, destnîşan kir ku li başûrê Xezzeyê ji ber êrîşên rejîma îşxalker ji 75 hezarî zêdetir Fîlîstînî koç kirine.

Piştî hişyarîya sîyonîstan ku ji bo Xan Yûnisê bang kiribû bila li wê derê tehlîye bikin gelek malbatên Xezzeyî koçê rojavayê bajêr dibin.

Lazzarînî, li ser hîsaba xwe ya medyaya civakî fotoxrafa Fîlîstînîyên ku koç dikin parve kir û got, “Koça girseyî ya Fîlîstînîyan ku jê xelas nabin berdewam dike.”

Lazzarînî diyar kir ku xelkê Fîlîstînê gelek herb û pevçûnan dîtine, tenê di van rojên dawîn de ji ber êrîşên rejîma îşxalker ji 75 hezarî zêdetir Fîlîstînî ji cîhê xwe bûn.

Philippe Lazzarini di weşana xwe de weha got:

“Hinekên wan tenê zarokên wan li cem wan in, hinekên wan jî hemû jîyana xwe kirina nav çanteyekî biçûk û bar dikin. Berê xwe didin sitargehên ku bi malbatan hatine tijîkirin. Hemû tiştên xwe winda kirine û lazimatîya wan ji hemû tiştan re heye. Li gorî herbên dinê xelkê Xezzeyê gelek ketîye tengasîyê û tu cîhekî wan ê ku biçin nemaye.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di mizgefta dîrokî de çanda sunnetê ya ku 1387 sal in didome: Muqabele
Li Batmanê di êrîşeke bi çekan de 3 kes birîndar bûn
Rayîrê dewanê herêma Qerejdaxî xirabê
6 kes birîndar bûn
Divê zimanê me yê dayikê di dibistanan de bibe zimanê perwerdehiyê