Ûriss ji bo Esed ‘Eskerên Çeçen’ dişîne Sûriyê!

NAVENDA NÛÇEYAN - Ûriss ji bo li Heleba ku qetlîam lê tên kirin destekê bidin rejîma Esedê yekîneyeke taybet a eskeriyê ya ku Çeçeçan pêk tê û girêdayê Qadîrov in şand Sûriyê.

Ji rexekî ve li Helebê êrîş him ji hewayê û him jî erdê bênavber berdewam dikin û ji rexê din ve derket holê ku Ûriss ji bo li Heleba ku qetlîam lê tên kirin destekê bidin rejîma Esedê yekîneyeke taybet a eskeriyê ya ku Çeçeçan pêk tê û girêdayê Qadîrov in şand Sûriyê.

Di qeyda deng û vîdeoyê ya ku li ser medyaya civakî hatiye parvekirin de tê dîtin Miftiyê Çeçenîstanê Salîh Mecîdov ji eskerên Çeçen ên ku dê biçin Sûriyê û li wê derê herb bikin re telqînan dike.

Daxwaza Ûriss ya yekîneya eskeriyê ji teref Remezan Qadîrov ve bi leza bayê hat amadekirin û her wiha ji bo ji eskerên ku dê bên şandin telqînên dînî bên kirin jî Miftiyê Çeçenîstanê Salîh Mecîdov hat wezîfedarkirin.Her wiha di dîmenan de tê dîtin ku keşeyekî ku girêdayê Dêra Ortodoksê ya Rûsyayê ye jî berî ku eskerên Çeçen biçin Sûriyê hatiye wan ziyaret kiriye.

Hûn ji bo Mislimanan mihafeze bikin diçin!

Di videoya ku hatiye weşandin de ji eskeran re ji Hz. Omer, Hz. Xalid û Hz. Alî mînak tên dayîn û ji wan re tê gotin ew axên ku hûn ê li wê derê li dijî muxalifan şer bikin pîroz in û hûn ji bo Mislimanan mihafeze bikin diçin Sûriyê.

Li gor agahiyên ku hatine wergirtin eskerên Çeçen dê li Sûriyê li pêşiya eskerên Rûsî li cihên ku şer li wan deran dijwar in şer bikin.(ÎLKHA)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Eke ma Peyamberi de sarın bê, pof de çi de nêpawyê
16 kes birîndar bûn
Divê Misilman ji bo serdestiya dînê Xwedê micadele bikin
Riya xilasiyê ji wehdetê derbas dibe
Ji bilî wehdetê ti çareyek din li ber me tineye