Ustad bedîûzzaman li ÎzmîrÊ hat bibîranîn

Civaka Ciwaniya Bi Fezîlet, li zanîngeha Dokuz Eylulê a Îzmîrê bernameya bi bîranîna ustad Bedîûzzeman Seîdê Kurdî li dar xistin.

Ustad Bedîûzzeman Seîdê Nûrsî li Îzmîrê hat bibîranîn. Civaka Ciwaniya bi fezîlet, li zanîngeha Dokuz Eylulê a îzmîrê, ji bo bibîranîna Ustad Bedîûzzeman Seîdê Kurdî bernameyek lidarxist. nivîskar û lêkolîner Ozkan Yaman bal kişand ser şîretên Ustad Bedîûzzeman yên ku li alema îslamê kirîye.

Li Zanîngeha Dokuz Eylulê a Îzmîrê, Civaka Ciwanên bi Fezîlet, ji bo bibîranîna Ustad Bedîûzzeman bernameyek li darxist.

Bername bi xwendina Qûrana pîroz destpêkir. Piştî xeberdan û axaftinên destpêkê,lêkolîner ûnivîskar Ozkan Yaman beşdarî bernameyê bû.

Yaman, di axaftina xwede bal kişan ser şîretên Ustad Bedîûzzeman yên ku jibo civak û ‘alema îslamê kiriye.

Yaman di axivandina xwe de got: Pênas û unvana wî bi dadê hat dayin. Hûn di jiyana wî de tefsîra Qur'ana pîroz bibînin û jiyana wî berhemê wî de dibînin hûn qet berhemên wî ji jiyana wî nikarin durbixin. Di jiyana Ustad de gopalê hezretî Mûsa, nefesa hezreti Îsa heye. Hûn di jiyana wî de hezretî îbrahim dibînin. Wexta hat zîndanê zîndan hûn dibînin ku Ustad zîndan kir baxçê gulan wek hezreti Yûsuf.

Yaman da zanîn ku, Ustad jiyana xwe bi berhemên xwe neqişandiye. Hûn bawer bikin ku ger Civaka Ciwaniya Bi Fezîlet, li zanîngeha Dokuz Eylulê a Îzmîrê bernameya bi bîranîna ustad Bedîûzzeman Seîdê Kurdî li dar xistin. bihatana avakirin îroj wê behsa pêvajoya çareseriyê  pîrsgêrika kurd nekiribûna.

Bername bi xwendina sirud û îlahiyên ji zarê hunermendên Grûp Şûhedayê bi dawî bû. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar