Serekê komîsyona heqên însana ya meclîsê Ayhan Sefer Ustun, bi heyeta jêrkomîsyona hepsan re, di 3 û 4ê Çileyê de, wê li Îzmîrê li qereqol û hepsan lêkolîn û gerê bike. Wê heyet qereqola Karabağlarê jî ziyaret bike. Wekî tê zanîn bi navê Fewziye Cengîz jinek li wê qereqolê te’de û sîtem dîtibûn û dîmenên te’deyan derketibûn ser medyayê.
Li ser van xeberên şîddetê, Sefer Ustun polîs îqaz kir û wiha got “Eger yekî heqaretî polîs kiribe, polîs nikare li wî de. Polîs nikare ceza lê bibire, wê mehkeme cezayê bibire. Ji xwe jin yan jî zilam desteser dibe û dikeve bin kontrolê. Ger heqê wî/wê kesê de tiştek hebe, wê bi zabitnameyê bê qeyd kirin û lazim e sewkî mehkemê bibe. Ne rast e ku polîs ceza lê bibire û me’mela xerab lê bike.”
Ustun diyar kir ku naxwazin li heps û qereqolan tu me’melên xerab bê kirin. Her wiha dixwazin bi van lêkolînên rûtîn, li qereqol û hepsan tiştên nexweş bi dawî bibin.
Bangaheq