Di çarçova vekişîna Pkkê ber bi dervî welat ve, pey vekişîna yên li Şirnex û Hekarî, Pkkeyî yên li herêmên Çepexçûr, Amed û Belîsê jî gihîştin kampa Metîna a Kurdistana ‘Iraqê.
Pkk, beyan kir ku 50 komên li herêmên Amed, Ç epexçûr û Belîsê gihîştine Kurdistana ‘Iraqê. Pkkê dîsa beyan kir ku bi tevî leza xwe ev vekişîna wan dewam dike û hê bi dawî nebûye.
Li gor beyana Pkkê endamên wan yên li herêma Derya Reş û Sêwasê jî ji bo vekişînê hereket kirine lê belê hereketa ‘eskerî a li hember wan tê me’na şerekî nû û ji rewşa hukumetê a ku pêvajoyê giran dimeşîne guman dikin.
Pkkê, dîsa beyan kir ku li hember kesên ku gulle avêtine helîkoptera Generalan jî lêkolîn dane destpêkirin. BANGAHEQ