Hat ragihandin volkana Agungê yê ku li Endozezyayê ye ji nû ve dest bi fealiyetê kir.Hat ragihandin lavên volkanê heta 3 hezar metroyan bilind dibin. Ji ber ku volkan cardin dest bi fealiyetê kir li herêmê asta alarmê hat derxistin duduwan.
Hat diyarkirin ev di nava heftiyeke teqîna duduwan li girava Baliyê çêbû û teqîna duyemîn hêj berdewam dike, encax ev teqîn û fealiyeta volkanê tu tesîrê li ser seferên balafiran nekiriye û Balafirgeha Ngurah Rai hêj di fealiyetê de ye.
Sutopo Nugrohoyê berdevkê Ajansa Micedeleya bi Afetên Neteweyî re ye derbarê mijarê de diyar kir agirê volkanê ber bi girava Lombokê ve diherike. Balafirgeha Garuda Indonesia jî bi daxuyaniyeke ku belav kir diyar kir ew ji ber tesîra volkanê 18 seferên xwe betal kirine û piştî ku tesîra lavan xelas bû re ew ê cardin seferên xwe bidin destpêkirin.
Di navbera salaên 1963-1964an de dîsa li heman giravê di çiyayê Agungê de teqîn çêbûbû û ji ber agir û vollkanên ku ji çiya hatin xwarê tev de hezar û 200 kes jiyana xwe ji dest dabûn.(ÎLKHA)