Volkana Agungê tesîra xwe zêde dike

Volkana Agungê ya ku li Endonezyayê ye û berî vê çend rojan dest bi fealiyetê kiribû her ku diçe tesîra xwe zêde dike.

Hat ragihandin Volkana Agungê ya ku li Endonezyayê ye û berî vê çend rojan dest bi fealiyetê kiribû her ku diçe tesîra xwe zêde dike. Ji ber volkanê 40 hezar kes ji girava Baliyê hatin tehliyekirin.

Ajansa Birêveberiya Afetê ya Neteweyî di daxuniya ku derbarê mijarê belav kir de destnîşan kir ji ber ku tevgerdarî di volkanê de zêde bûye îhtîmal e ku teqînên mezin pêk werin ku ji ber vê yekê alarma di asta herî jor de hatiye dayîn.

Di berdewama daxuyaniyê de hat ragihandin 22 gundên ku nêzî 100 hezar kesan lê dijîn ji ber ku nêzî volkanê ne di xeterê de ne û heta niha 40 hezar kes hatine tahliyekirin.

Her wisa di daxuyaniyê de ji welatiyan hat daxwazkirin ku bila guh bê dayîn banga tahliyekirinê.(ÎLKHA)

 




 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Nisêbînê şerê bi çek: 2 birîndar
6 bajaran de verveleka vevri: 89 rayi qapan biy
Di Remezanê de tercîha bi hişmendî û sifreya hevseng şertek e
Karwanê Hêvîyê li Edeneyê tira alîkariyê şand Rojava
127 kesên dihatin lêgerîn hatin girtin