Walî Aksoy: Ji sedî 98ê Sûrê hat paqijkiirn

Waliyê Diyarbekirê Huseyîn Aksoy di derbarê operasyonên ku li navçeya Sûra Diyarbekirê berdewam dikin de diyar kir operasyon li ber xelasbûnê ne.

Waliyê Diyarbekirê Huseyîn Aksoy li avahîya walîtîyê bi endamên çapemeniyê re hat ba hev dû û di derbarê operasyonên ku li navçeya Sûra Diyarbekirê berdewam dikin   de diyar kir operasyon li ber xelasbûnê ne û ji sedî 98ê Sûrê hatiye paqijkirin.

Aksoy di berdewama axavtina xwe de diyar kir bi bûyerên ku li navçê pêk hatine  maf û heqên mirovan hatine tinekirin û ew jî ji ber van sedeman û ji bona siwîl zirarê nebinin qedexeya derketina derve îlan kirine.

Walî Aksoy di derbarê axavtina xwe de diyar kir ji sedî 98ê Sûrê hatiye paqijkirin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Heta niha 7 çal hatine girtin, 271 teqemenî hatine îmhakirin û 254 barîkat hatine rakirin.Li navçê ji bona kesên siwîl karibin werin heremên bi ewlehî anons tên kirin û korîdar tên vekirin.Di vê bergehê de gelek kesên siwîl hatin tahlîyekirin.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Eke ma Peyamberi de sarın bê, pof de çi de nêpawyê
16 kes birîndar bûn
Divê Misilman ji bo serdestiya dînê Xwedê micadele bikin
Riya xilasiyê ji wehdetê derbas dibe
Ji bilî wehdetê ti çareyek din li ber me tineye