Walî Koçak: An ew ê teslîm bibin an jî ew ê bimirin

Walîyê Mêrdînê Omer Faruk Koçak di derbarê êrîşa ku li Kerboranê hatibû kirin de ji rojnamegeran re daxuyanî da û destnîşan kir kesên ku êrîşên mîna van dikin an ew ê teslîm bibin an jî ew ê bimirin.

Li Kerborana navçeya Mêrdînê dema ku wesayîta bi zirx a polêsan derbas dibû wesayîta bombebarkirî hatibû înfîlakkirin û di teqînê de karkerê paqijîyê Remezan Tarî(47) jiyana xwe ji dest  dabû.

Walîyê Mêrdînê Omer Faruk Koçak di derbarê êrîşa bombeyî ya ku hat kirin de ji rojnamegeran re axivî. Koçak di axavtina xwe de destnîşan kir êrîş di derdora seat 07.00an de hatîye kirin û di êrîşê de kesekî sivîl ê bi navê Remezan Tarî jiyana xwe ji dest daye.

Koçak  di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir êrîş dîsa bi xaîntî hatîye kirin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ew kes bi van êrîşên xaîn nikarin bi ser kevin. Kesên ku van êrîşan dikin an  wê teslîmî edaletê bibin an jî wê bimirin.Bila berî kêlîke werin teslîm bibin.”(ÎLKHA)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar