Walîtî derheqê êrîşa çekdarî ya ku li karkerên zireatê hat kirin de daxuyanî belav kir

Walîtiya Semsûnê derheqê êrîşa çekdarî ya ku berî vê du rojan li Termeya navçeya Semsûnê li karkerên zireatê hat kirin de daxuyanî belav kir.

Li Termeya navçeya Semsûnê berî vê du rojan di derdora seat 00.15an de êrîşa çekdarî li karkerên zireatê hat kirin. Di êrîşa çekdarî ya ku hat kirin de karkerek jiyana xwe ji dest dabû û karkerek jî birîndar bû.

Ji teref Walîtiya Semsûnê ve derheqê vê êrîşa çekdarî ya ku berî vê du rojan li Termeya navçeya Semsûnê li karkerên zireatê hat kirin de daxuyanî  hat belavkirin. Di daxuyaniya ku hat dayîn de hat ragihandin li 2 cihên cuda tev de 8 berik hatine teqandin, di encama berdana berikan de karkerek jiyana xwe ji dest da û karkerek jî birîndar bû. Di berdewama daxuyaniyê de her wiha hat ragihandin di çarçoveya xebatên ku piştî bûyerê hatin destpêkirin de 3 kesên şikdar hatin binçavkirin.

ÎLKHA

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dadgehê daxwaza navê Bûlwara Şêx Seîd red kir
Li Meletîyê du wesayît li hev qelibîn: 6 birîndar
Li Êlihê "Ji bo kesên hewcedar bibin çavkaniya hêvîyê" kermesek hate vekirin
Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin
Rêya Şirnex-Elkê ji çûyîn û hatinê re hat girtin