Walîtî di derbarê êrîşa Dêrikê de daxuyanî da

MÊRDÎN - Walîtiya Mêrdînê di derbarê êrîşa bombeyî ya ku li Dêrika Mêrdînê li Qereqola Cendirmeyan hatibû kirin de daxuyanî da.

Walîtiya Mêrdînê di derbarê êrîşa bombeyî ya ku li Dêrika Mêrdînê li Qereqola Cendirmeyan hatibû kirin de daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku eskerek jiyana xwe ji dest daye û 2yê wî giran bi tevahî 10 esker jî birîndar bûne.

Walîtiyê wiha diyar kir: “Di êrîşa ku ji teref rêxistina terorê ya dabeşker ve li Qereqola Cendirmeyan hat kirin de eskerek şehîd bûye. 2yê wî giran bi tevahî 10 leşker jî birîndar bûne.”

doh bişev di derdora 01.00an de li Qereqola Cendirmeyan a Sêriyanê ya ku di nabeyna Qosera Mêrdînê û Wêranşara Rihayê de ye ji teref PKKyiyan ve bi wesayîta bombebarkirî êrîş hatibû kirin.(ÎLKHA)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Eke ma Peyamberi de sarın bê, pof de çi de nêpawyê
16 kes birîndar bûn
Divê Misilman ji bo serdestiya dînê Xwedê micadele bikin
Riya xilasiyê ji wehdetê derbas dibe
Ji bilî wehdetê ti çareyek din li ber me tineye