Waliyê Stenbolê di derbarê teqîna ku li Kolana Baloyê pêk hatibû de ji endamên çapemeniyê re daxuyanî da. Walî Şahîn destnîşan kir ku di vê teqînê de bi xwekujê re 5 kes mirine û 2yê wê ji bi şiklekî giran bi tevahî 20 birîndar bûne.
Her wiha Walî diyar kir ku ev teqîn di nêzê avahiya qeymeqamtiyê de pêk hatiye û ew idîayên ku tên diyarkirin li Nîşantaşê derên din de jî teqîn pêk hatine ne rast in. (ÎLKHA)